NPG: 17 Hevalên me bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin

Dewleta Tirk a qirker li dijî gerîla bikaranîna çekên kîmyewî didomîne.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameya 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî hatine şehîd xistin ragihand.
NPG’ê got:
“Ji ber bêdengiya cîhanê ya li dijî sûcên dewleta qirker dewleta tirk bikaranîna çekên kîmyewî didomîne.
Li dijî faşîzma Tirkiyê divê tevahî hêzên demokratîk, welatparêz, sazî, jin, ciwan xwedî helwesta pêwîst bin û xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin.”

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla sûcên şer didomîne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla careke din çekên kîmyewî bikara anî.

Navendê diyar kir ku dewlet dagirker vê sûcên xwe bi alîkariya NATO’yê li ber çavê her kesî didomîne û got:

“Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku bêdengiya hêzên navdewletî cesaret digre êdî rojane li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bikar tîne-

Hin şande li derve hatin her çendî xwestin lêkolîn bikin jî lê PDK destûr neda. Lê hêzên me bi derfetên kêm di bin şertên zehmet de hin belgeyên karanîna çekên kîmyewî li raya giştî re parvekirin.

“Tevî van belgeyan jî him di qada navdewletî de him jî di raya giştî de bertekên pêwîst derneketin.

Ji xwe beriya niha di encama çekên kîmyewî de 27 hevalê me şehîd bibûn me nasnameya wan ragihand.

Lê herî dawî 9 hevalên me li herêma Şikefta Birîndara, 5 heval qada Karker, li qada Avaşîn û Werxelê 3 hevalên me bi çekên kîmyewî hatin şehîd xistin.”

Fermandariya biryargeha navenda parastina gel daxuyakirin ku ger ku li dijî faşîzma dewleta qirker helwesteke cidî neyê raberkirin wê ev sûcên şer ê dewleta dagirker bidome.

Fermandariya Parastina Gel bang li hêzên navneteweyî kir ku nebin hevkarê qirkirina kurdan, cesaretê nedin rejîma faşîst a Erdogan-Bahçelî.

NPG: Divê jin ciwan di serî de herkes xwedî helwesta pêwîst be

Her wiha fermandariyê bang li tevahiya hêzên demokratîk kir li dijî sûcûn şer xwedî helwest bin û got:

Divê welatparêz, sazî, jin, ciwan xwedî helwesta pêwîst bin û xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin.

Di dawî de Navendê teqez kir ku wê gerîla bi biryardariyeke mezin li dijî qirkeriya dewlet Tirk li ber xwe bide.

Back to top button