KCK: Ocalan afirînerê îdeolojiya azadiya Jinê ye

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê wê geş bibe û sedsala 21’ê dawî li her cure pergala zilam serwer bîne.

KCK’ê bang li jinan kir ku li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşîna xwe geş bikin.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanî daxuyaniyeke niviskî weşand û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

KCK’ê îşret bi êrîş û zextên hêzên faşîst li ser jinê kir û diyar kir ku ji bo avakirina jiyaneke azad, divê destpêkê jin xwe bi rêxisitin bike.

KCK’ê destnîşan kir ku Rêber Ocalan ji bo azadiya jinê toriyek li ser rastiya jinê di aliyê dîrokî û civakî de afirandiye.

Li ser nêrîna Ocalan ya derbarê kuştina zilam de, KCK’ê diyar kir ku vê nêrînê rêya pêkanîna şoreşa zihnî vekiriye, û destnîşan kiriye ku jin û ciwan, hêza pêşeng a civakê ne.

KCK’ê diyar kir ku şoreşa azadiya jinê bi saya rêber Ocalan bûye şoreşeke gerdûnî.

KCK: Sedsala 21’ê, sedsala Jinê ye, divê Jin têkoşîna xwe geş bikin

KCK’ê di dewema daxuyaniya xwe de da zanîn ku sedsala 21’ê sedsala jinê ye û wê dawî li her cure pergalên zilamserweriyê bîne.

KCK’ê daxuyaniya xwe wiha bi nav kir:

Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî modernîteya kapitalîst têkoşînê geş bikin û dawiya hemû pergalên zilam û modernîteya kapîtalîst bînin.

Back to top button