Li Rûsya balefirek li cihê sivîlan ket

Li bajarê Yeysk yê Rûsyayê balafirek ket.
Di balafira ku li cihê sivîlan ketî de bîlanço giran dibe.
Heta niha 13 kes mirine û 19 jî birîndar bûn.

Di ketina balafira ku li bajarê Yeysk ê herêma Krasnodar a Rûsyayê pêk hat de bîlanço giran dibe.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku xebatên rakirina sivîlên ji bin kavilan dewam dike.

Di qezaya balafirê de 13 kes mirin 19 birîndar bûn

Hate gotin, cenazeyê 10 kesan ji bin kavilan hatiye derxistin.

Bi vî awayî hejmara mirîyan derket 13’an.

Zarok jî di nav de 19 kesên birîndar li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Wezaretê herwiha eşkere kir ku bêtirî 360 kes ji avahiyên derdorê hatine derxistin.

Bi vê yekê re rê li ber ziyanên din hate girtin.

Ketina balafirê li gel şêniyên bajar metirsiyek zêde da avakirin.

Di saetên şevê de şênî li derve man.

Back to top button