RAJIN bi daxuyaniyekê rojnamevan Nûjiyan Erhan bibîr anî

Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) Rojnemevan Nûjiyan Erhan bibîr anî û soza şopandina riya wê da. RAJIN diyar kir ku ew ê bi hêvî û baweriya wê, têkoşîna jinan bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ser bikeve, di vê demê de têkoşîna heqîqetê ji her demê zêdetir li ser şopa Nûjiyan bilind bikin.

Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) di salvegera 6’an a şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan daxuyaniyek da.

RAJIN di daxuyaniyê de Şehîd Nûjiyan bi hezkirin, minet û rêzdarî bibîranî û got:

Rajin: Nûjiyan weke şoreşgerek û rojnemevanek ji bo azadiyê têkoşiya

Ji bo rastî di tariyê de nemînin, wê têkoşîna me di şopa heqîqetê de bi helwesta Nûjiyan dewam bike.

Di ragihandina azad a jinê de, hevrê Nûjiyan Erhan bû xwedî kedekî mezin. Li ser xeta Gurbeteliyan, Deniz Firat û Şîlanan têkoşîna xwe ya heqîqetê meşand. Bi du nasnameyan têkoşîna azadiyê meşand. Hem weke şoreşgereke jin a pêşeng hem weke rojnemevaneke jin ji bo azadiya jinê têkoşiya.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna azadiya jinê di pêvajoyeke girîng de ye û wiha anî ziman:

Li dijî van êrişan û zihniyeta mêr-dewletê tehşîrkirin erka ragihandina azad a jinê ye.

Hevrêya me Nûjiyan berê xwe da Şengalê. Sê salan li Şengalê di eniya berxwedanê de cih girt. Şahidî ji hemû kêliyên bi êş ên gelê me yê Êzîdî re kir.

Bi vê seknê cihekî xwe yê girîng di nav civaka Êzîdî û jinan de çêkir.

RAJIN anî ziman ku ew ê têkoşîna Nûjiyan û tevahî şehîdên çapemeniya azad a ji bo jiyaneke azad û wekhev bikin hîmê serketina karê xwe.

Têkoşîna wan ji bo me wê bibe hêz, bawerî û ronahiya vegotina rastiyan. Çapemeniya azad wê ti carî li hemberî êrîş, zextan, girtin û hewlên bêdengkirinê, di têkoşînê gav paşde neavêjê li ber xwe bide. Em ji sekna Nûjiyanan û têkoşîna wê fêrî vê helwestê bûn. Bi hêvî û baweriya wê, têkoşîna jinan bi felsefeya JIN, JIYAN, AZADÎ bi ser bikeve, em ê di vê demê de têkoşîna heqîqetê ji her demê zêdetir bilind bikin.

Back to top button