LAVROV: PÊWÎSTE NÛNERTIYEK BERFIREH A KURDAN LI SOÇIYÊ HEBE

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang li pêwîstiya nûnertiyek berfireh a Kurdan di kongreya diyaloga Sûrî li Soçiyê kir.

Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkariya Islamî Yûsif El-Asîmîn li Moskowê civînek çapemeniyê ya hevpar dan.
Lavrov diyar kir ku pêwîste diyalogeke yekser di navbera hikumeta Sûriyê û Kurdan, di çarçoveya yekîtiya xaka Sûriyê de pêk bê.
Lavrov got:
“Ji berjewendiya Kurdan e ku beşdarî diyalogê bibin û em dê bi vê yekê keyfxweş bin.”
Sergey Lavrov destnîşan kir ku pêwîste nûnertiyek berfireh a Kurdan di kongreya diyaloga Sûrî-Sûrî de li Soçiyê hebe.
Her wiha Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang kir ku divê berjewendiyên Kurdan di ber çavan re werin derbaskirin.

Leave a Reply

Back to top button