Serhildanên li Îran û Rojhildatê Kurdistanê di roja 72. de didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadiyê bê navber dewam dike.
Duh li Beluçistanê ji bo piştevaniya çalakiyên li rojhilatê kurdistanê gel li qadan bû.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo azadiyê, tevî kuştin, girtin û zextên dewletê, di roja 72’an de dewam dike.

Piştî komkujiyên ku hêzên dewletê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêk anîn, bertekên gel zêdetir bûn.

Duh li bajarê Beluçistanê ku li Başûrê Rojhilatê Îranê ye, bi hezaran kes daketin qadan û piştevaniya xwe bi xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê re diyar kirin..

Gelê Belûcî bi silogana “Kurd ne bi tenê ne, Belûc piştevan e” li qadan bûn

Li bajarên Zahîdan, Çabihar, Wêranşar, Xaş û gelek herêmên din ên Beluçistanê, piştî nimêja Înê, gel kom bû û çalakî li dar xistin..

Li vir, bê naver dirûşmeya ‘Kurd ne bi tenê ne, Beluç piştevane’ hatin bangkirin û dewleta Îranê hat şermezarkirin.

Hêzên dewletê êrişî kirin û herî kêm 4 kes hatin kuştin, dehan kes jî birîndar bûn.

Li Tehran, Kerec û deverên din yên Îranê jî gel bi heman rengî li qadan bû..

Xwandekarên li bajarên Tehran û Esfehanê jî meşek girseyî li dar xistin û banga piştevaniyê kirin.

Her wiha xelkê Esfehanê neçûn ser kar…

Di xwepêşandan û serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ de heya niha zêdetirî 400 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne.

Zêdetirî 400 kes ji aliyê dewleta Îranê ve hatine qetilkirin

Gorî saziyên mafê mirovan, herî kêm 105 ji kesên jiyana xwe ji dest dane Kurd in.

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, heya niha 110 kes li Beluçistanê hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Îranê di van demên dawî de hêzên xwe li herêmên Kurdan û Belûcan zêdetir dike.

Back to top button