Şehîd Omer El-Mistefa li Reqayê hat oxirkirin

Îro jî li herêmê merasîmên şehîdan hebûn. Li Reqayê , Kobanê û Til Hemîsê, merasîmên oxirkirina 7 şehîdan hebû. Di mersîman de hate diyarkirin ku bi saya fedekariyên şehîdan herêmê ji dijminê hov hatiye parastin.

Îro li Reqayê , Kobanê û Til Hemîsê, merasîmên oxirkirina 7 şehîdan hebûn..

Li bajarê Reqayê, merasîma oxirkirina şehîd Omer Salih ku dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû, pêk hat..

Di merasîmê de endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Li ser navê Hêzên Erka Xwe Parastinê, Bakur Elî di merasîmê de axivî û diyar kir ku ji bo parastina herêmê berdêl çi dibe bila bibe, ew ê bidin.

Bakur Elî da zanîn ku ew bi sekna gel a li rex hêzên paratinê xurtir dibin.

Li ser navê Meclisa Jina a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî Feyrûz Xelîl axivî û got:

“Lehngên me ji dijmin re teqez kirin ku ew ê heya dilopa dawî ya xwîn xwe li berxwe bidin û parastina xaka xwe bikin.”

Şehîd Fewaz Terbûş bi merasîmekê li Kobanê hat oxirkirin

Li Kobanê jî bi sedan kes tevlî merasîma oxirkirina şehîd Fewaz Terbûş bû.

Di merasîmê de hevseroka TEV-DEM’ê Hedla Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Li Til Hemîs cenazeyê 5 şehîdan hate oxirkirin

Li Til Tehmîs jî merasîma 5 şehîdên ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbûn, hebû.

Di merasîmê de yek ji fermandarên QSD’ê Xalid Îsa axivî û destnîşan kir ku êriş ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk e û ew bi saya şehîdan heta niha li ber xwe didin.

Endamê rêveber ê Akademiyên Civaka Demokratîk ê Til Hemîsê Ebdulselam Casim axivî û got:

“Beşdariya bi sedan kes di merasîma oxirkirina şehîdên azadiyê de, nîşan dide ku gelê me xwedî îsrar e û peyameke zelal dide dost û dijmin….”

Piştî axaftina, wesîqeyên şehadetê hatin xwedin û cenaze di nava tilliyan de hatin oxirkirin.

Back to top button