Hikumeta Şamê û Rûsya hişyariya belavbûna Corona li Sûriyê dan

Wezareta Tenduriystiyê ya hikumeta Şamê diyar kir ku dibe vîrûsa Corona li seranserî welêt belav bibe û banga hişyariyê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê bi daxuyaniyeke got ku Dibe vîrûsa Corona li welêt bi awayekî berferh belav bibe û ji her kesî tê xwestin ku xwe ji rewşên herî xerab amade bike.

Her wha Wezarta Derve ya Rûsyayê jî diyar kir ku belavbûna vîrûsa Corona li Sûriyê wê encamên ne baş bi xwe re bîne.

Heta niha li Sûriyê 5 rewşên ku bi vîrûsa Corona ketine hatine tomarkirin û li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê, her 5 jî ji derve hatine.

Back to top button