Çeteyên dewleta Tirk ji Efrîna dagirkirî 4 welatî di nav de jinek, revandin.
Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand “Çeteyên Tirkiyê ji navçeya Cindirêsê 4 welatî di nav de jinek ravandin.”
Li gorî ajansê her 4 kesên revandî ev in:
- Ilham Mihemed Hisên 47 salî.
- Nûrî Mihemed Elî Îso 24 salî.
- Îmad Mihemed Hemo 33 salî.
- Û Mehmûd Seîd Casim El-Mihemed 34 salî.
Hat ragihanin ku çeteyan kesên navborî mînayên berî wan, birine cihekî nediyar û heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.
Li gorî rêxistina Mafê mirovan a Efrîn-Sûrî dewleta Tirk di nava mehekê de 43 kes ji Efrîna dagirkirî revandine.
Ev revandin jî bi armanca standina pereyan ji malbatên wan pêk tê.