Rûspiyên Hesekê: Em ê bi QSD’ê re parastina xaka xwe bikin

Li hember êrişeke gengaz a Tirkiyê gel, piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re nîşan dide.
Taybet rûspiyên herêmê bi biryar in heta dawî li dijî êrişan li ber xwe bidin.
Rûspiyên Kurd û Ereb ên Hesekê dibêjin:
“Eger şer derket ew ê heta dawî bi QSD’ê re xaka xwe biparêzin.”

Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe, li dijî gef û êrişên dewleta Tirk xwe kirine yek û peyama berxwedanê didin.

Taybet rûspiyên ji hemû pêkhateyan tekez dikin ew ji bo xweparastinêama de ne.

Rûspiyê eşîra Begara, Ehmed El-Haşimî bi tundî gefên dewleta Tirk şermezar kirin û ragihand wan bi hemû derfetên xwe li dijî şerekî gengaz xwe amade kiriye.

Eşîrên ereb li gorî rewşa awarte ya ku Rêveberiyê ragihandiye, tevdigere.

Me bi hemû derfetên heyî, xwe ji şerekî gengaz re amade kiriye.

Bi dehan zarokên me tevli nava refên QSD’ê bûn.

Gelek ji wan jî xwe di warê tenduristî de perwerde dikin.

Rûspî Ehmed El-Haşimî anî ziman ku êriş wê li dijî hemû pêkhateyên herêmê be.

Şerekî gengaz wê ne tenê li dijî pêkhateyekê be.

Lê eger hat û êriş kir, wê hemû pêkhateyên herêmê bike armanc.

Rûspiyê eşîra Begara piştrast kir ew ê ji bo parstina axa xwe, xwe nespêrin ti hêzên derve.

Em ê li dora Rêveberiya xwe bin.

Hemû pêkhate yek in.

Em ê bi hev re parastina xaka xwe bikin.

Em xwe naspêrin hêzên derve.

Endamê Meclisa Rûspiyên Eşîrên Kurd ên Hesekê, Silêman Çeto jî behsa amadekariyên meclisê yên di rewşa heyî de kir.

Dawiyê Silêman Çeto teqez kir ew amade ne li ber xwe bidin û heta dawî ew ê li pişta hêza xwe ya leşkerî bin.

Back to top button