Şêniyên Qamişlo îro cenazeyê şehîd Feryat Buldan li goristana şehîd Delîl Sarûxan oxirkirin.
Li wir peyama malbata şehîd Feryat Buldan hat xwendin.
Malbatê diyar kir ku wan di kêliya nivîsandina peyamê de agahiya şehadeta kurapê şehîd Feryat li çiyayên azad bihîst û got: “Çi dibe bila bibe meşa me ber bi serxwebûnê ve nayê rawestandin.”
Di 24’Mijdarê de di encama êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de li Minbicê Feryat Buldan şehîd bibû.
Bi sedan şêniyên Qamişlo îro cenazeyê şehîd Feryat Buldan li pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo oxirkirin.
Di merasîmê de kesên ku axivîn diyar kirin ku dijminê gelan her dem di nava pêkanîna planên dijî îradeya wan de ye û gotin:
“Helwesta me li hemberî dijminê me nayê guhertin.
Me soz daye şehîd, ax û Rêber Apo ku em ê her parêzvanê welatê xwe bin.”
Malbat şehîd Feryat: Wê girêdana me bi doza me re xortir bibe
Piştî wê peyama malbata şehîd Feryat Buldan hat xwed.
Malbatê di peyama xwe de da zanîn ku di dema nivîsîna peyamê de wan agahiya şehadeta kurê apê şehîd Feryat Buldan, Demhat Buldan girt û wiha dom kir:
“Ev wê girêdana me ya bi doza me ve û hêrsa me li hemberî dijmin û dagirkeran mezintir bike.”
Piştî qedandina axaftinan wesîqeya şehîd Feryat Bulden radestî malbateke şehîdan hat kir.
Cenazeyê Şehîd Feryat Buldan li ser milan hat rakirin û li pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.



