Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyoneke serketî de li rojhilatê Dêrezorê 2 çeteyên komên xirabkar girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkîldarî operasyona li Dêrazorê daxuyaniyek parve kir.
Hêzê di daxuyaniyê de ev agahî da:
“Roja çarşemê 29’ê Mijdarê di danê sibê de, hêzên me yên taybet li rojhilatê Dêrezorê oparesyonek taybet li dar xistin.
Di encamê de 2 çeteyên komên xirabkar hat girtin.”
Hêzên ewlekariyê diyar kir ku piştî hewldanên mezin ên îstixbaratê û şopandina tevgerên du çeteyên girêdayî rêjîma Sûriyê, ji aliyê hêzên taybet yên HAT’ê ve hatin girtin.
Li gorî daxuyaniyê di operasyonê de gelek çek û alavên peywendiyê yên bi wan re jî hatine girtin.
Hêzên ewlekariya hundirîn di dewamiyê de diyar kir ku xebatên wan yên ji bo ewlehiya herêmê dewame.