Meclisa Rûspiyan û Meclisa Rêveberî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê civîneke berfireh li dar xistin.
Di civînê de teqezî bi yekrêziya hundirîn û parastina destkeftiyên herêmê hat kirin.
Bi dirûşma “Xurtkirina eniya hundirîn ji bo pêkanîna armancên neteweya demokratîk û parastina destkeftiyan” civînek berfireh li Tebqayê hat lidarxistin.
Di civînê de bi dehan rûspî û serokeşîrên herêmê û nûnerên Rêveberiya Sivîk a Demokratîk û tevgerên jinan amade bûn.
Li wir kesên ku axivîn balkişandin ser şerê taybet ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gotin:
“Em ê bi ked û zanabûna gelê herêmê, serokeşîr û rûspiyan hemû planên li dijî herêmê têk bibin.”
Her wiha di civînê de teqezî bi hevgirtina li hember pirsgirêkên heyî hate kirin.