YJA Star Şehîd Avrîn, Axîn, Koçerîn û Roza bi bîr anî

Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê ji bo bîranîna şehîd Avrîn Mehsûm, Axîn Amûdê, Roza Rênas Amed û Koçerîn Rojîn daxuyaniyek da û got: “Em ê mîrateya azadiyê ku wan ji me re hiştiye, teqez bigihînin serkeftinê.”

Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê ji bo şehîd Koçerîn Rojîn, Axîn Amûdê, Roza Rênas Amed û Avrîn Mahsûm daxuyaniyek da.

YJA Star di şexsê hevrêyên xwe Avrîn, Axîn, Roza û Koçerîn de giştî şehîdên ragihandina azad bi bîr anî.

Di daxuyaniya YJA Starê hate gotin:

Hevrêya me Avrîn Mehsûm bi dilwêrekî, bi israr û biryardariyeke mezin li pey heqîqetê bê didûlî beziya û ji giştî cihanê re rastiya DAÎŞ’ê û hêzên li pey wî ragihand.

Hevrêya me Axîn Amûdê hem di çarçoveya xebatên navendê de, di heman demê de li qadên pratîkî de bû dengê hevrêyên xwe û tevahî şehîdên Kurdistanê.

Hevrêya me Koçerîn Rojîn jî carna bi çeka xwe, carna bi pênûsa xwe, carna jî bi kameraya xwe tevlî şerê azadiyê bû.

Hevrêya me Roza Rênas Amed jiyana hevrêyên xwe, kêliyên berxwedanê û nirxandinan gerîlayan bi awayeke rekûpek digirt qeydê û ji hevalên xwe yên çapemeniye de alîkar bû.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku gerîla Avrîn, Axîn, Koçerîn û Roza di bin her şert û mercan de xwe dan pêş û şerê taybet ê dewleta dagirker bi belge kirin.

Ew bi belgekirina şer re, bi ragihandina şer re, di dîroka Kurdistanê de bûn nîvîskarên dîrokeke nû.

YJA Star di dawiyê de wiha anî ziman:

Her 4 hevrêyên me jî ji ber rastiyên dewleta Tirk a dagirker radixistin ber çavan, bûn hedefa dagirkeriyê û bi ruhekî fedaiyane dema li pey rastiyan dibeziyan gihiştin karwana nemiran.

Ev deynê me ji şehîdên ragihandina azad re ye ku em ê nehêlin rastî ti caran bêdeng bibe û di tarîtiyê de bimîne.

Wana ji bo rastiyan canê xwe berdêl dan, heta rastî bibe rûyê cîhanê em ê têkoşîna xwe bidomînin û xwedî li xeyalên hevrêyên xwe derbikevin.

HPG’ê şehîdên çapemeniya YJA Star Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza bi bîr anîn

Back to top button