Hêzên rejîma Îranê raste rast bi çekan êrişî xwepêşandêran dikin

Hêzên rejîma Îranê yên bi gefan nikarin qadan vale bikin, vê carê raste rast bi çekan êrişî xwepêşandêran dikin.
Dimenên li ser torên civakî tên parvekirin jî rastiya êrişkariya rejîma Îranê ya li dijî daxwaza azadiyê nîşan dide.
Her wiha xwepêşandêrên jin yên têne binçavkirin jî ji aliyê hêzên rejîmê ve têne tacîzkirin û gefa tecawîzê li wan tê xwarin.

Xwepêşandan û çalakiyên dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî di roja xwe ya 12’an de ye.

Doh di şeva 11’mîn de, carke din kolan ji xwepêşandêran tejî bûn.

Ev yek ji dîmenên ku li ser torên civakî hatîn parvekirin jî xuya dike.

Xwepêşander heta derengiya şevê bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li kolanên parêzgehên Sine û Kirmanşanê li daqan bûn.

Lê li gorî heman dîmenan hêzên rejîma Îranê raste rast gulebaran û gazên dijwar li ser xwepêşanderan reşandin.

Her wiha li cihên cuda cuda yên paytext Tehranê jî bi awayekî berfireh xwepêşandan û nerazîbûn dewambûn.

Bi heman awayî li kolanên Tehranê jî hêzên rejîma Îranê rasterast gule li xwepêşanderan di barandin.

Hêzên rejîmê li herêma Ekbatanî li ser malên ku tê de welatiyan diruşmeyên li dijî rejîma Îranê berzdikirin gule barandin.

Heman nerazîbûn û xwepêşandan li kolanên Meşhed, Kerec û hinek bajarên din ên parêzgeha Farisê, Fîruzawa û Zerîn Deşt dewam bûn.

Di xwepêşandanên li wir de, dirûşmeyên li dijî hikûmeta Îranê û rêberê bilind yê Îranê hatin gotin.

Di dîmenên ku ji duh şev ve hatîn parvekirin de tê dîtin ku li bajarê Çabeharî yê parêzgeha Sistan û Belucistanê xwepêşanderan hinek sazî û dezgehên hikûmeta Îranê dişewitînin.

Polîs jî rasterast gule li xwepêşanderan direşînin.

Hêzên rejîma Îranê gefa tecawîzê li xwepêşandêrên jin dixwe

Her wiha hêzên rejîmê di dema binçavkirina xwepêşandêrên jin de, wan tacîz dikin.

Ev yek di nêrînên xwepêşandêrên jin yên bû çapemeniya cîhanê de derketin pêş.

Xwepêşandêreke jin dibêje, ji wan re gotine ger dawî li xwepêşandanan neênin, ew ê wan tecawîz bikin.

NY duh li beramberî êriş û tundutijî û raste rast gulebarana hêzên rejîma Îranê li hember xwepêşanderan pêktîne û qûtbûna înternetê, xemgîniya xwe nîşan dabû.

Li gorî bilançoya duh a Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê belavkirî, heta niha herî kêm 76 xwepêşander hatine kuştin.

Ji van 6 jin û 4 zarokin.

Back to top button