Çekdarên Hûsî baregeha El-Enedê ya leşkerî ya li bajarê Lehecê bombebaran kir, nêzî 30 kes hatin kuştin.
Li gor berdevkê herêma leşkerî ya 4’an Mihemed El-Neqîb, Hûsiyan baregeha El-Enedê bi mûşek û balafirên bêpîlot bombebaran kir.
Mihemed El-Neqîb da zanîn ku di encamê de zêdeyî 30 kes hatin kuştin û bêtirî 56’an jî birîndar bûne.
Mihemed El-Neqîb got dibe ku jimara kuştiyan zêdetirî 30’î be.
Li gor agahiyan, rakirina birîndar û termên kuştiyan bo nexweşxaneyan hê jî berdewam e.