Hêzên hikûmeta Şamê çeteyên li gundên Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikûmeta Şamê careke din piştî nîvê şevê gundên Idlibê yên başûr topbaran kirin.

Hêzên hikûmetê dorhêla bajarê Babê jî bi mûşekan topbaran kir û 2 welatî hatin kuştin. Li çolistana Hemayê jî şerekî giran di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên DAIŞ’ê de rû da.

Li bakurê Sûriyê şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan de bê navbera dewam dike.

Duh piştî nîvê şevê hêzên hikûmeta Şamê êrîşî gundên başûrê Idlibê kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihan ku hêzên hikûmetê gundê Fitêre, Kensefre, Sifûhin, San û Mecdeliya topbaran kirin.

Derbarê kuştî û birîndaran ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ji ber topbarana hêzên hikûmetê 2 sivîl hatin kuştin

Ji aliyê din, ev demek e hem balafirên Rûs û hem jî hêzên hikûmetê êrîşî çeteyên li bajarê Babê dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmetê bi moşekan êrîşî gundê Berate yê bajarê Babê kirin.

Di encama êrîşê de 2 sivîl hatin kuştin.

Çeteyan li Hemayê êrîşî hêzên hikûmeta Şamê kirin

Li çolistana Hemayê jî şerên giran di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên DAIŞ’ê de rû didin.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku vê sibê çeteyên DAIŞ’ê ji nişka ve êrîşî noqteyên hêzên hikûmetê û çekdarên bi ser wê ve kirin.

Li gorî çavdêriyê li herêma Enderîn a çolistanê li gundewarê Hemayê yê rojhilat di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de pevçûnên tund pêk hatin.

Li Ezazê xortek kuştî hat dîtin

Li Ezazê jî wek deverên din ên dagirkeriya Tirk, ji ber pirbûna komên çete, tevlihevî û nebûna ewlehiyê zêdetir dibe.

Têkildarî wê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibê li rojavayê Ezazê xortek kuştî hat dîtin.

Termê xortê kuştî li nava erdên çandiniyê hat dîtin.

Derbarê kes û aliyên ku ew kuştiye, ti agahî nehatin bidestxistin.

Li Cerablusê 2 Malbatan bi çekan êrîşî hev kirin, 2 kes hatin kuştin

Li Cerablusê jî wek devern din ewlehî û aramî nemaye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 2 malbatan bi çekan êrîşî hev kirin.

Di encamê de 2 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Back to top button