Yûnanistan û Almanyayê li ser binpêkirinên Tirkiyê bertekên xwe nîşan da

Yûnanistan û Almanyayê li ser binpêkirinên Tirkiyê di Deryaya Spî de bertekên xwe nîşan da.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas serdana paytexta Yûnanistan Atînayê kir û bi hempîşeyê xwe yê Yûnanistanî Nîkos Dendiyas re civiya.

Nîkos Dendiyas li ser binpêkirinên Tirkiyê li Deryaya Spî careke din berteke xwe nîşan da û got:

“Tişta Tirkiyê di demê serokomar Erdogan de li Rojhilatê deryaya Spî dike ti rawabûna wê nîne.”

Dendiyas hişyarî da ku Tirkiyê bi tişta dike yekgirtina NATO’yê dixe xeteriyê, her wiha têkiliya Enqere bi Yekîtiya Ewropayê re xira dike.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas bang li Tirkiyê kir ku dev ji kiryarên xwe yê nerawa li Deryaya Spî biqere.

Maas got:

“Ger Tirkiyê bixwaze têkiliya xwe bi Yekîtiya Ewropayê re bi pêş bixe, divê vekolandina nerawa ya petrolê li Deryaya Spî rawestîne.”

Back to top button