Asayîşê di pêngava xwe de gelek sûcdar girtin

Piştî QSD’ê Qonaxa 2. a Têkbirina Terorê ya li Dêra Zorê duh bi dawî kir, Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî li Dêra Zorê pêngaveke berfireh pêk anî.

Pêngav di çarçoveya kesên gel dixapînin û zextê li wan dikin de pêk hat. Di encamê de, zêdeyî 6 kes hatin girtin.

Di nava wan de, yên pereyên sexte çêdikin, bi zorê êrîşî şêniyan dikin û pereyên wan jê distînin hene.

Bi berfihrekirina têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ya li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê re, hêzên ewlekariyê jî dest bi oparasyonên taybet kiriye.

Hêzên ewlekariyê bi carekê de, li herêmek berfireh ya Dêra Zorê dest bi oparasyonê kir.

Di vê çarçoveyê de, li bajarokê Cedîde Bekare ya gundewarê Dêra Zorê keseke ku pereyên dolar zexte dikir hat girtin.

Kesê hatî girtin pê re 6 hezar û 500 dolarên sexte hebûn.

Li bajarokê El-Cizêrat jî 3 kes ku bi feylbaziyê gel dixapandin û pere ji wan distandin hatin girtin.

Her wiha piştî gelek gazinên ji hêzên ewlekariyê re hatin ku hin kes li ser riyên vala ku tevger lê kem e êrîşî xelkê dikin û pereyên wan distînin, asayîşê pêngaveke li herêmê pêk anî.

Di encamê de li bajarokê El-Besêra 2 kes hatin girtin û 8 kesên din jî di lêgerînê de ne.

Derbarê bûyera kuştinê ya ku li bajarokê Sebah El-Xêr a Dêra Zorê ku beriya çend rojan pêk hatî jî, asayîşê eşkere kir ku sûcdar li Reqayê hatiye girtin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê ji bo ewlehiya herêmê xebatên xwe bidomînin.

Back to top button