Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk ji bo berdana jina 62 salî, 4 hezar dolar fidye xwestin. Ji bo vegera şêniyên Efrînê li malên xwe jî 700 hezar Lîreyê Sûrî bacê ferz dikin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku nîsana 2019’an, çeteyan jina bi navê Mewlîde Nuiman ya 62 salî a ji gundê Bozikê yê navçeya Cindirêsê revandibû.
çeteyan Ji bo berdana wê 4 hezar dolar fidye ji malbatê xwestine.
Rêxistinê diyar kir ku jina temenmezin a nexweşiyên wê yê dil û şekir hene di girtîgeha Raî de girtî ye.
Ji bo vegera şêniyan li malên xwe çeteyan 700 hezar lîre bac ferz kiriye
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku ku çeteyan li ser şêniyên Efrînê yên ku dixwazin vegerin malên xwe 700 hezar LîreyÊ Sûrî bac ferz kirin.