DMME’ê ji bo girtina ‘TAYAD’ê Tirkiye mehkûm kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di doza têkildarî girtina Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TAYAD) Tirkiye mehkûm kir.

Di daxuyaniya DMME’yê de hate ragihandin ku girtina komeleyekê bi rengekî yekser, tedbîreke gelekî tund e ku ji bo endamên wê encamên xwe giran e.

Dadgerên DMME’yê hikum da ku Enqereyê mafê azadiya komele û kombûnê binpê kiriye.

Edene TAYAD sala 2009’an bi îdîaya ku hin endamên wê ‘Propaganda PKK’ê kirine’ hatibû girtin.

Dadgehê biryar da ku hin bûyerên ku dadgeriya Tirk weke hincet nîşan dide, nabe ku “bi tena serê xwe weke teşwîqa terorîzmê” bê nirxandin.

Back to top button