Ji bo gerîlayê HPG’ê Şehîd Rohat Dengdar ku li gel heft hevalên xwe bi çekên kîmyawî li Çiyareş ê Zapê şehît ketibûn, li Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin.
Hemû sazî û şêniyên wargehê çûn serdana konê sersaxiyê yê ku li mala xizmê şehîd hatî danîn.
Di merasîmê de li ser navê şêniyên wargehê Mele Eyub Şemzînî axivî û got:
“Yekem mirovê ku li ser rûyê dinyayê bersiva Rebilalemîn dide bangawaziya Xwedayê tebarekewetealilah qebûl dike, mirovên şehîdin.
Em di serî de dibêjin bila serê malbat, Serokatî, rêhevalên wî û gelê Mexmûrê saxbe.”
Li ser navê malbata Şehîd Rohat Dengdar, Eshed Çelî axivî û got: “Ev xem û êşa ewqas mezin we wek gelê wargehê,wek sazî û wek rêxistin xwe da ber û we ev xem sivik kir.
Belkî dayîk û bavê şehîd ne amadeye lê hûn hemû dayîk, bav, xwişk û birayên şehîdin.
Soza me hemûyan ewe ku em li ser vê dozê bimeşin, ala ku wan li pey xwe hiştî hilgirin û heta serkeftinê bimeşin.”