Li 10 bajarên Îranê li dijî rewşa nebaş a jiyanê û mûçeya kêm xwepêşandan hatin lidarxistin.
Îro li bajarên Tehran, Ehwaz, Qezwîn, Kirmaşan, Reşit, Şûşter, Şûş, Îlam, Têrwêz û li Kirman xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên weke, “Soz soz çend zêde bûn, lê hemû derew bûn”, “Wezîrê bê sûd, zû dest ji kar berde” berz kirin.
Her wiha hêzên ewlehiyê li bajarê Îlamê êrişî teqawîtbûyan kirin û belav kirine.
Xwepêşandêr daxwaz dikin ku yasaya wekheviyê pêk were û sîgorteya teqawîtbûnê û mûçexwerin were dayîn.