Efrîn…Kêmitrî 2 hefteyan 10 welatî hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û qirkirinên li dijî şêniyên kantona Efrînê didomîne. Çeteyan herî dawî 2 welatî ji Efrînê revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên dewleta Tirk, welatiyê bi navê Selah Reşo yê ji gundê Îkidamê yê Şerayê revand.

Li gorî agahiyan Selah Reşo, 18’ê Gulanê dema ku bi malbata xwe dighêje gund, yekser tê revandin.

Hat raghandin ku Reşo ê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê koç kiribû.

Li ser soz û garantiyên derewîn ên çeteyan bi malbata xwe re ber bi gund ve çûye lê di ketina gund de tê revandin.

Heta niha aqubeta Selah Reşo ne diyar e.

Her wiha çeteyan welatiyê Fewzî Şukrî-39 yên ji gundê Kerko Tehtanî ya li navçeya Mabata revandin û birin cihekî nediyar.

Dagirkeran di kêmtirî 2 hefteyan de ji kantona Efrînê 10 welatî revandin di nav de wan de 4 kesên temenmezin jî hene.

Her wiha 70 darên zeytûnê qut kirin.

Back to top button