TSUNAMÎ LI INDONESIA DA

Li welatê Endonesîyayê ji ber Tsunamî bêtirî 168 kesî jiyana xwe ji dest da û herî kêm 750 jî birîndar bûn.

Her wiha bi sedan avahî jî hilweşiyan.

Ji ber teqîna volkana Krakato, li binê derya Endonesîa erd hejiya ango Tsunamî rabû..

Rêveberên hukûmetê ragihandin ku tsunamiyê herî zêde bandor li herêmên nêzî Tengava Sondayê kiriye..

Li gorî agahiyan heta niha ji ber bûyerê 168 kesî jiyana xwe ji dest dan û bêtirî 750 kes jî birîndar bûn..

Saziyên fermê yên li herêmê diyar kirin ku ji ber tsunamiyê bi sedan avahî hilweşiyane û gotin, fikar hene ku hejmara miriyan zêdetir bibe..

Herî dawî meha Îlona derbasbûyî, Tsunamî li giravên welatî dabû û di encamê de zêdetirî 2 hezar kes miribûn.

Leave a Reply

Back to top button