Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk li Amedê de, gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk vê sibehê bi ser malên rêveber û endamên HDP’ê û Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER) de girtin û gelek kes binçav kirin.
Hevserokên MEBYA-DER’ê û gelek endamên HDP’ê DBP’ê xistin bin çavan.
Polîsan deriyê MEBYA-DER’ê şikandin û 7 saetan di komeleyê de lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê polîsan dest danîn ser belgeyên fermî yên avahiyê.
Hat diyar kirin Polîsan di dema serdegirtinan de alavên malan jî belav kirin.