Zarokên bi vîrûsa Coronayê ketine li tû kesî belav ne kirine

Li gorî lêkolîna Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê, zarokek 9 salî ji Firansayê tevî ku ew bi vîrûsa koronayê ketibû lê, li tû kesî belav ne-kiriye.

Di lêkolînê de hat ragihandin ku zarokên ku bi vîrûsê ketine, tevî têkiliyên wan vîrûsê belav nakin.

Ev zarok 9 salî ku ji Firansayê ye û bi vîrûsê ketiye têkiliya wî bi zêdeyî 170 kesî re hebû, lê dema têst ji wan kesan re çêkirin derkete holê ku kes bi vîrûsê ne ketiye.

Zarokê bi vîrûsê beriya niha bi şewbê ketibû û xwişk û birayê xwe jî bê xistibû, lê niha dema bi vîrûsa koronayê ketiye tû kes bê-nexistiye.

Zanistekî Firansî diyar kir ku di dema zarok bi şewbê dikevin kesên derdora xwe jî bê dixin, lê dema bi vîrûsa korona dikevin vîrûsê belav nakin, ev yek jî dide xwiyakirin ku ketina bi vîrûsa korona ji nexweşiyên din cûda ye.

Back to top button