Zêrîn Rûken: Dem dema avakirina civaka demokratîk e

Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken diyar kir ku kirêtiya sîstema modernît a kapîtalîst şênber bûne û got: Ji bo avakirina civaka demokratîk dem dema pêngavê ye. Eger em vê bikin wê şewb li sîstemê vegere.

Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken têkildarî vîrûsa koronayê ku li cîhanê belav bûye axivî û diyar kir ku şewb, krîza sîstema kapîtalîst e û sedema bingehîn a rê li ber şewbê vekir jî hilweşandin û têkbirina ekolojiyê ye.

Rûken destnîşan kir ku welat hemû ketine rewşekê ku nema dikarin bên birêvebirin û got:

Bîlançoya qurbanên vîrûsa corona roj bi roj zêdetir dibe, jiyana mirovan xistiya kirîzê.

Em di demekê de ne ku kirêtiya sîstema modernîteya kapîtalîst bi her rengî tê dîtin. Dem dema avakirina civaka demokratîk, dema pêngavê ye.

Divê em hem sîstema hegemonîk, hem jî rastiya netewe dewletê û neteweya demokratîk bi kûrahî fêhm bikin.

Pêwîste bi lez civakê hişyar bikin. Hingî wê vîrûsa korona li sîstemê bi xwe vegere.

Zêrîn Rûken: Çareserî paradîgmaya Rêber Apo û sîstema konfederal a demokratîk e

Endama Koordînasyona KJK’ê weha domand:

Pêwêste were famkirin ku yekane çareserî paradîgmaya Rêber Apo û sîstema konfederal a demokratîk e.

Hêzên şoreşger, ekolojîst, femînîst, antî-kapîtalîst, sosyalîst, demokratîk û jin divê sekna xwe ya têkoşînê mezintir bikin.

Di sala 2020’an de rêya rizgariya ji vê krîzê, paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadî-parêziya jinê ya Rêber Apo ye.

Rûken bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk ên di vê dema vîrûsê de û ev tişt got:

Dewleta Tirk ji bo vîrûsa korona li Kurdistanê belav bike çi jê tê dike.

AKP’ê li dijî Kurdan şer dike. Komkujiyan dike û êrişî şehîdgehan dike.

Bi saya vê yekê aboriyê jî li gorî berjewendiyên xwe eyar dikin. Hewl didin ku civakê bi temamî hewcedarî xwe bikin.

Rûken derbarê qanûna înfazê ya li meclîsa Tirkiyê hate qebûlkirin jî got: ew qanûn li dijî pîvana wekheviyê ya hiqûqa gerdûnî ye.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi vê qanûna ceza ya înfazê re mirin li girtiyên siyasî ferz kiriye, diz, kujer û tecawizkar jî berdan.

Civak wê li hemberî vê bêdeng nemîne. Di serî de Rêber Apo, divê girtiyên siyasî hemû tavilê bên berdan.

Back to top button