Serdozgeriya Tirk doza kuştina Xaşiqcî veguhestan dadgehên Erebistanê

Doza kuştina Cemal Xaşiqcî ya beriya 4 salan hişt ku alozî di navbera Enqere û Riyadê de derkeve û mezin bibe.
Dadweriya Tirk bi fermana Erdogan û ji bo peywendiya xwe bi Siudiyê re baş bike, roja pêncşema derbasbûyî doz veguhestin Siudiyê.

Kuştina Cemal Xaşiqcî ya beriya 4 salan li konsilosxana Erebistana Suidiyê li Istanbulê, hişt ku peywendiya di navber Enqere û Riyadê de xirabibe..

Erdogan wê demê derket û li pêş çapemeniyê got: “Biryara kuştina Xaşiqcî ji astên bilind a hikumeta Erebistanê derketiye.”

Paşê, Enqerê hinekî zimanê xwe li hember Siudiyê nerm kir, da ku peywendiyan hinekî sererast bike.

Derbarê Mijarê de, serdozgeriya Tirk ragihand ku Riyadê di heyva derbasbûyî de daxwaz ji wan kiriye ku dozê veguhezînin Erebistanê û wan jî qebûl kiriye.

Serdozgeriya Tirk vê qebûlkirina xwe jî bi mijara 26 tewambarên dozê ku li Siudiyê ne û nehazir hatine dadgehkirin ve girêdide…

Wezareta Dadweriyê ya Tirk jî ev daxwaz qebûl kiriye û roja pênşema derbasbûyî, doz hat rawestandin û ji bo desthilata Siudiyê hatiye veguhestin..

Vê aloziya ku bi kuştina Xaşiqjî re dest pê kiribû, hişt ku bi rengekî nefermî, xelkê Erebistanê xurekên Tirkî boykot bikin û bi vê re jî derketiyên bazirganî yên Enqerê ji bo Siudiyê ji sedî 90 daket..

Hin aliyên ku dozê dişopînin û dîsa hiquqnas, derbarê mijarê de tînin ziman ku dadweriya Tirk ketiye bin bandora Erdogan û partiya wî..

Erdogan û derdorên wî jî idîa dikin ku dadwerîya Tirk serbixwe ye..

Lê ev doza Xaşiqcî, careke din isbat dike ku dadwerî li Tirkiyê tune û hemû biryarên wê li gorî dilê Erdogan û xizmeta wî tên girtin.

Back to top button