Artêşa Amerîkî ragihand ku 2 leşkerên wan di êrîşeke çekdarî li Rojhilatê Afganistanê de hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn .
Artêşê Amerîkî destnîşan kir ku ji raporan diyar dibe kesek bi cilên leşkerî yên atrêşa Afganî gule li hêzên Amerîkî û Afganî reşandine.
Berdevkê hêzên Amerîkî li Afganistanê KOlonîl Sonî Lîcît jî eşkere kir ku êrîş li herêma Ningirhar piştî vegera hêzeke Amerîkî- Afganî ji xebatekî leşkerî ev êrîş pêk hat.
Berdevk her wiha ragihand ew heta niha lêkolînê li ser buyerê dikin û sedema pêkanîna wê heta niha nediyar e .