Rêveberiya dergeha Sêmalkayê bi boneya cejna Newrozê ragihand ku wê çûn û hatina di dergehê re ji 20 heya 22`yê adarê were rawestandin.
Rêveberiya dergeha Sêmalkayê derbarê mijarê de daxuyanîyek li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kir.
Rêveberiya dergehê ragihand ku wê karê çûn û hatinê li dergeha Sêmalka ji 20`ê adarê heya 22`yê adarê were rawestandin.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku karê bazirganiyê li dergehê jî dê 23`yê adarê dîsa dest pê bike.
Rêveberiya dergeha Sêmalkayê got ku wê karê têkiliyên dîplomatîk li dergehê dê di 24`ê adarê de dest pê bikin.



