Çalakiya Nobetê li Mexmûrê bi wergirtina koma 20’an dewam dike

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji 20 Tîrmehê ve ji bo Azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dewr girtina koma 20’an bi biryardariyek mezin berdewam dike.

Axaftina dewrgirtin ji aliyê çalakvanê koma 19’emîn mamosta Hisên Kara ve hat kirin.

Hisên Kara diyar kir ku êrişên li ser Rêber Abdullah Ocalan li ser tevahî gelê Kurde û got:

“Dewleta Tirk ya faşîst Rêbertiya me ji hemû mafên girtiya bêpar hiştiye.

Hiqûqa xwe ya dewletî û ya navnetewî binpê dike.

Mafên mirovan, mafên girtiyan nasnake, hemûyan binpê dike.

Li ser Rêbertiya me pergalek cûda ya îşkençeyê li Îmaraliyê pêk tîne.

Rêbertiya me îradeya me ye her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ya Rojhilata Navîn bi pardigmaya xwe sazûman kiriye. ”

Kara bang li gelê Kurd û gelên Rojhilatan Navîn kir ku ji bo azadiya Rêber APO li ser lingan bin.

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.

Li Ewropa çalakiyên kon vedanê ji bo azadiya Rêber Apo didome

Back to top button