Li Ewropa çalakiyên kon vedanê ji bo azadiya Rêber Apo didome

Di çarçoveya Pêngava ji Rêber Apo re Azadî, li Ewropayê çalakiyên kon vedanê dewam dike li hin bajarên din jî dest bi çalakiyan hat kirin.

Li Fransayê di çalakiyê de belavok li ser tecrîda li dijî Rêberê Apo û pirtûkên wî hatin belavkirin.

Çalakiya vegirtina kon a li Kopenhagê ya paytexta Danîmarkayê hate dest pê kirin û wê du rojan dewam bike.

Li çalakiyê li ser tecrîdê û fikirên Rêberê Apo belavok hatin belavkirin.

Hîdayet Mele Elî yê ji Rojhilatê Kurdistanê li çalakiyê axivî û banga xwedîderketina li Rêber Apo kir.

26’ê Cotmehê wê çalakî bi dawî bibe.

Li Den Haafê ku bajarekê Hollandayê ye, çalakiya ku 24’ê Cotmehê dest pê kir, berdewam e.

Di roja duyemîn de bi pêşengiya tevgera jinên Kurd li ber Parlamentoya Hollandayê belavok hatin belavkirin.

Li ber parlamentoya Almanyayê kon hat vedan

Back to top button