Hisên Ezam: Aloziya Sûriyê gurtir kir û çareserî pêk nehat

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya xweser Hisên Ezam daxuyakirin ku lihevkirin bi rejîmî re hene lê negihaştina asta diyaloga cidî û avaker.Ezam destûra sûrî ya nû jî bibîrxist û teqez kir ku bi dûrxistina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî wê aloziya sûrî çareser nebe.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re gelek dewlet ji bo berjewendiyên xwe dewstwerdan di sûriyê de kir û aloziya sûriyê kurtir kir.

Civînên ji bo çaresekirina aloziya sûriyê ku hatin lidarxistin ti encam ji bo xizmeta gelê Sûriyê nekir.

Rêveberiya Xweser ji bo çarserkirina aloziya Sûriyê banga pêwîstiya pêkanîna diyalogên cidî di navbera gelê Sûriyê de dike.

Hisên Ezam: Çaresekirina aloziyê bi diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Hisên Ezam der barê mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Hisên Ezam anî ziman ku ji bo dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re diyalog esas e û wiha got:

“Em hertim bi diyalogan û pêşketina wan re ne. Sûriya tenê bi rêya diyalogên aştiyane û demokratîk wê ji aloziyê xilas bibe.

Lê divê ev diyalog dûrî civînên cîhanî û ajandeyên derve bin.”

Hisên Ezam: Êrîşên Tirkiyê, çareseriyê asteng dikin

Ezam êrîşên dewleta Tirk a dagirker bibîrxist û destnîşan kir ku Tirkiyê bi êrîşên xwe li hemberî çareseriyê astengiyek e.

Ezam balkişand ser dûrxistina nûnerên bakur û rojhilatê sûrî ji komîteya destûra sûrî ya nû û diyar ku bi dûrxistinê çareserî ne pêkan e.

Hisên Ezam: Lihevkirin bi rejîmê re hene, lê negihaştine asta diyaloga avaker

Têkildarî hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo ku bigihêjin lihevkirinekê bi rejîma Sûriyê re, Ezam got:

“Hikumeta Şamê diyalogê tenê bi kurdan re dixwaze, dûrî Ereb û Suryanan.

Em dibînin ku Rêveberiya Xweser nûnertiya tevahiya pêkhateyên herêmê dike.

Divê çareserî giştî be, hemû jê sûd bigirin, ne tenê aliyek, ji bilî wê jî em tu çareseriyeke din qebûl nakin.”

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Hisên Ezam eşkere kir ku danûstandin û lihvekirin di navbera wan û rêjîma sûriyê de hene lê hîna negihiştine asta diyalogên cidî û avaker.

Leave a Reply

Back to top button