Trump: Ez naxwazim bi Îranê re şer bikim

Serokê DYE’yê Donald Trump ku beriya niha gefa tolhildanê li Tehranê xwaribû, diyarkir ku ew naxwaze bi Îranê re şer bike.

Her wiha li ser daxwaza Heşdî Şebî, alîgirên wê li ber Sefaretxaneya DYE’yê ya li Bexdayê vekişiyan.

Serokê Emerîkayê Donald Trump duh bersiv da pirsên rojnamevan,
û li ser pirsa “Gelo dibe ku di navber Emerîka û Îranê de acizî û tengijîn zêde bibin”, ev bersîv da:

“Ma ez şer dixwazim? Na, ez şer naxwazim.

Ez ji aştiyê hez dikim, divê Îran jî ji her kesî zêdetir aştiyê bixwaze. Ji ber vê ez texmîn nakim ku ev şer rû bide.”

Beriya niha, Donald Trump, gefên tûj li Îranê xwaribûn û diyar kiribû ku Tehran wê li ser hewldana serdegirtina balyozxaneya Emerîkayê ya li Bexdayê, poşman bibe.

Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo jî, duh têkildarî êrîşa li ser balyozxaneya Emerîkayê, li ser twîttera xwe peyamek weşand û wiha got:

Ev êrîş bi koordîneya bi terorîstên Ebû Mihdî, Qeys El Xiz Elî û bi desteka her du alîgirên Îranê Hadî EL Emarî û Falih El Feyad pêk hatiye.

Pompeo eşkere kir ku ev yek li pêşiya balyozxaneya wan bi vîdeoyê hatiye belgekirin..

MARK ESPER:
EM Ê 750 LEŞKERÎ BIŞÎNIN ROJHILATA NAVÎN

Emerîka Piştî êrîşa ku li dijî seferetxaneya wê pêk hat, biryar da ku 750 leşker bişîne Rojhilata Navîn.

Wezîrê parastinê yê Emerîkayê Mark Esper jî bi daxuyaniyekê ev biryar piştrast kir û da xuyakirin ku Serokê Emerîkayê Trump piştî bûyera li balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê biryarek wisa girtiye.

XWEPÊŞANDANÊN IRAQÊ
ALÎGIRÊN HEŞDÎ ŞEBÎ YÊ LI BER SEFARETXANEYA EMERÎKAYÊ VEKIŞIYAN

Xwepêşandana alîgirên Heşdî Şebî ya li ber Sefaretxaneya Bilind a DYE’yê ya li Bexdayê jî li ser daxwaza rêveberên Heşdî Şebî bi dawî bû û ji ber sefaretxaneyê vekişiyan.

Leave a Reply

Back to top button