Polîsên Erdogan deriyên Zanîngeha Posforê bi kelepçeyan kilît kirin

Polîsên Erdoganê faşîst ê ku berî çend rojan zilamekî xwe li Zanîngeha Posforê erkdar kibirû, deriyên zanîngehê bi kelepçeyan li pêşiya xwendekarên xwepêşander girtin. Nivîskarê Tirk Fatih Eltaylî di vê derbarê de da xuyakirin ku, dîmenê girtina zanîngehê, di dîroka Tirkiyê de bobelat û xaleke reş e.

Hikûmeta AKP’ê ya faşîst ku Erdoganê dagirker serokatiya wê dike, piştî bicihkirina qeyûmên xwe li tevahiya şaredariyên Tirkiyê, berî daye zanîngehan.

Berî 2 rojan, xwendekarên Zanîngeha Posforê (Boğaziçi), li dijî biryara Erdogan a erkdarkirina Melih Bulu weke emîdê zanîngehê, derketin xwepêşandanê.

Polîsan jî bi gaza rondikrêjê êrîşî wan kir, her wiha bi ser malên wan de girt û 16 kes ji wan jî binçav kirin.

Jixwe piştî xwepêşandanê, polîsan bi fermana rasterast a Erdogan, deriyên Posforê bi kelepçeyan kilît kirin, da ku xwendekarên xwepêşander derbas nebin.

Ev yek, bûye sersedema ku Tirkiye bikeve nava hêrseke girseyî.

Fatih Altayli: Girtina Posforê, di dîroka Tirkiyê de babelat û xaleke reş e

Nivîskarê Tirk Fatih Eltaylî da xuyakirin ku, dîmenê girtina zanîngehê, di dîroka Tirkiyê de, bobelat û xaleke reş e.

Serokê partiya serbixwe Ahmet Davutoğlu jî da zanîn ku; “zanîngeh, herêmeke ku ji azadiyê tîmar dibe, ne ku cihekî bêgiyan e.”

Endamine Desteya Fêrkirinê ya Zanîngeha Posforê destnîşan kir ku piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’yî, Bulu; serokê yekem ku ji derveyî zanîngehê tê bijartin e.

Serokkomarê Tirkiyê Şemiya borî Melih Bulu bi fermanekê kir serokê Zanîngeha Posfor a Stenbolê.

Weke tê zanîn, ji bo erkdarkirinên bi vî awayî, hilbijartin pêwîst in, lê AKP’ya faşîst giştî saziyên dewletê bixe jêr kontrol û çavdêriya xwe, bi domdarî zilamên xwe weke qeyûman erkdar dike.

Back to top button