Rûpeleke nû a têkiliyên dîplomatîk bi piştevana terorê re hat vekirin

Welatên Kendava Erebî ji bo bidawîanîna li aloziyan û vekirina rûpeleke nû a têkiliyan bi piştevana terorê “Qeter” re, duh li Erbistana Si’ûdî civiyan.
Di dawiya civînê de, peymana bidawîkirina aloziya Kendavê hat îmzekirin û vekirina sînorên di navbera Qeter û Si’ûdiyê de hat ragihandin.

Sêşemê, 5 vê mehê, li bajarê El-Ula yê Erebistana Siûdî, lûtkeya welatên Kendavê bi beşdariya serkirdeyên van welatan, tevî şêwermendê serokê Amerîkayê Jared Kushner û Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî, hat lidarxistin.

Beşdaran di dawiyê de daxuyaniyek hevbeş da, tê de teqezî li ser rûbirûbûna hemû gefên li ser Kendavê û parastina ewlehî û serweriya welatên wê hat kirin.

Wezîrê Derve yê Erbistana Siûdî Fêsel Bin Ferhan diyar kir ku di vê civînê de, hemû nakokiyên berê yên bi Qeterê re hatin derbaskirin û rûpeleke nû ya têkiliyên dîplomatîk hat vekirin.

Sala 2017’an ji ber alîkariya Qeter a bi komên terorîst re, Erebîstana Siûdî, Misir, Îmarat û Behreyn hemû têkliyên xwe yên dîplomatîk bi Dewhayê re qut kiribûn.

Ji bo bidawîkirina vê dorpêçê jî, Kuwêyt û Amerîka navbeynkarî dikir.

Bin Ferhan got:

Li dijî gefên Îranê, pir girîng e ku helwesta welatên Kendavê yek û diyar be, Amerîka û Kiwêtê roleke mezin ji bo biserxistina vê lûtkeyê, lîst.

Îran jî mîna Tirkiyê gefeke mezin li welatên Rojhilata Navîn, taybet li yên Ereban dixwe û destwerdana wê bûye bingeha nakokiyên bêçare.

Balkêş e ku di nava civînan de, Mîrê Si’ûdî Mihemed bin Selman û yê Qeterî Şêx Temîm Bin Hemed yê Duyemîn li hola Meraya ya li bajarê El-Ula civiyan û têkiliyên her du welatan nîqaş kirin.

Di dawiya lûtkeyê de, peymana bidawîkirina aloziya Kendavê hat îmzekirin û vekirina sînorên bejayî, deryayî û asmanî di navbera Qeter û Si’ûdiyê de hat ragihandin.

Dewleta Tirk ku destbiraka Qeter ya terorê ye, yekser kêfxweşiya xwe bi vê gavê anî ziman.

Her wekî piştî lûtkeyê, Urdin, Sûdan û Mexribê welatên Kendavê pîroz kir, YE, NY û DYA jî biryara vekirina sînorê di navbera herdu welatan de erênî nirxand.

Diyar e ku destwerdana Tirkiye û Qeterê ya li Sûriye û Lîbyayê baş cihê xwe di Lûtkeya Ereban de negirt..

Gelo vegerandina van têkiliyan, taybet bi dewleteke mîna Qeterê re, dê zêdegaviyên terorîstan kûrtir bide avêtin an jî wê xwedî çare be???

Back to top button