Sînem Mihemed: Jinên Efrînê ji bo koletiya zayendî dişînin Lîbyayê

Nûnera Encûmena MSD’ê li Washinton Sînem Mihemed, banga avakirina komîsyonek navneteweyî ya serbixwe ji bo lîkolînkirina kirin û destdirêjiyên li ser jinên Kurd li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve tên kirin, kir.

Li Efrîna dagirkirî, rojane sûc û hovîtiyên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyan zêde dibin.

Nûnera Encûmena MSD’ê li Washintonê Sînem Mihemed ji tora Sky News re axivî û diyar kir ku divê kirin û êrîşên li dijî jinên Kurd bên dîtin û berpirsiyarên van sûcan bên cezakirin.

Sînem destnîşan kir ku li Efrînê jin rastî girtin, êrîş, revandin û destdirêjiyê hatine û tên û heya niha jî çarenûsa gelekan nediyar e.

Sînem da zanîn di rojên dawiyê de eşkere bû ku jinên hatine revandin, wekî koleyan û ji bo destdirêjiyê, şandine Lîbyayê.

Li dihî van hovîtiyan, Sînem Mihemed bang li Yekîtiya Ewropî, Dewletên Yekbûyî û Kongressa Amerîkî kir ku beşdarî damezrandina komîsyonek navneteweyî ya serbixwe bibin.

Her wiha hefteya çû Parlementera HDP’ê Tolay Hatîm Oglerî jî lêkolînek ku tê de gelek pirs ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawiş Oglu kiribû, pêşkêşî parlamenê kir.

Tolay gotibû:

Bi sedan jin û jinên keç yên Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ji bo Lîbyayê hatine şandin û bi koletiya zayendî re rû bi rû mane.

Beriya niha hin jinên ku hatine revandin anîne ziman ku çeteyên Tirkiyê jinên Efrînê direvînin û wekî koleyên zayendî difroşin bazirganên Qetar û piştra wan dibin Lîbyayê.

Back to top button