3 leşkerên hikumeta Şamê li Idlibê hatin kuştin

3 endamên hêzên hikumeta Şamê di şerê li gundewarên Idlibê de hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di encama şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de, li nêzî Mearet El-Nesan li Idlibê, 3 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku hêzên hikumetê jî bajarokên başûrê Idlibê û eniyên Mîznar li gundewarên Helebê bi dijwarî topbaran kirin.

Jixwe, li Cebel El-Zawiyê yê Idlibê û Sehil El-Xab yê Hemayê şerê herdu aliyên navborî bi awayekî rojane li dar e.

Artêşa Tirk 15 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Li aliyekî din, çavdêriyê diyar kir ku, artêşa Tirk 15 maşîneyên din û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer Losîn re derbas kir û ber bi nuqteyên xwe yên li Cebel El-Zawiyê ve şandin.

Bi vê yekê, jimara maşîneyan ji destpêka agirbesta Adara borî û heta niha derbasî herêmê bûne, gihişt 8 hezar û 15 maşîne.

Back to top button