PKK’ê: Gerîllayên Zap û Avaşînê li ser xeta şehîdan destanên lehengiyê dinivîsin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û ev peyam da:
“Gerîllayên li Zap û Avaşînê li ser şopa şehîdan destanên lehengiyê dinivîsin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên meha Gulanê bi bîr anîn.

Komîtê diyar kir ku ew îsal di nav berxwedana dîrokî ya Zap û Avaşînê sala 46’an a Meha Gulanê ya Şehîdan pêşwazî dikin û got;

Li eniyên şer em şehîdên nû didin. Zarokên gelê Kurd ên herî wêrek, li hemberî dijminê qirker û faşîst bi qehremanî li ber xwe didin.

Eşkere bû ku faşîzma Tirk a di meha Remezanê de çeteyên xwe yên kujer bikar tîne, dixwaze plana xwe a qirkirina gelê Kurd temam bike.

Amerîka, PDK û hêzên cîhanî jî di berdêla berjewendiyên xwe de piştgirî dan vê êrişa dagirker.

Lê sekna leheng a li hemberî êrişan nîşanî herkesî da ku êdî xwînmijî jî wê nikare faşîzma AKP û MHP’ê rizgar bike.

Gerîla li ser şopa şehîdên qehreman li ber xwe didin.

Ew îro pêşengiya berxwedanên Zap û Avaşînê her kêliyê destanên zêrîn lê rûpelên dîrokê zêde dikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku Gulan ji bo wan weke meha Şehîdan e û got;

Beriya 39 salan, 2’ê Gulanê endamê yekemîn ê Komîteya Navendî ya PKK’ê û yekemîn Berpirsê Leşkerî Mehmet Karasûngûr û pêşengê gelê Kurd Îbrahîm Bîlgîn li Qendîlê şehîd bûbûn.

Mehmet Karasûngûr fermandarê nemir ê Berxwedanên Hîlwan û Sîweregê bû.

Ew û hevrê Îbrahîm Bîlgîn dilsozên yekîtiya neteweyî bûn û di vê oxirê de canê xwe feda kirin.

Sala 1983’an van herdû pêşengên azadiya Kurdistanê li dijî nokerî û xeta îxanetê rûmeta Kurdistanê parastin.

Ji ber vê çendê em dibêjin, ji bi serkeftina li hemberî dagirker û hevkarên wan, rêya me a têkoşîn û berxwedanê xesta Mehmet karasungur û Îbrahîm Bîlgîn e.

Back to top button