Ji kampa Holê her nûçeyên kuştin û êrişan tên.
Îro jî du kesên din di kampê de hatin birîndarkirin.
Çavkaniyekî ji hundirê kampê ji televizyona me re ragihand du kes li beşê 4’an ê kampa Holê birîndar bûn.
Herdu kes jî;
Usama Nasir El-Weqa’ û Hemûdî Casim El-Letûf in.
Usama du derb xwarine û niha rewşa wî baş e.
Lê Hemûdî du fîşek di serê xwe de xwarine û rewşa wî xirab e.
Herdu kesên birîndar ji nexweşxaneyeke Hesekê re hatin veguhestin.
Usama li ser bûyerê eşkere kir ew ji aliyê 3 kesên nenas ve hatibûn revandin û armancgirtin.
LI KAMPA HOLÊ
wêne li ser girûpa agahiyan e