Di cejna Remezanê de jî êrişên dewleta Tirk a li ser bakur û rojhilatê Sûriyê ranewestiyan. Dewleta Tirk careke din gundên Şera û Şêrawa topbaran kiririn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro di roja yekem a cejna Remezanê de jî êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê ranewestandin..
Dewleta Tirk gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê bi dijwarî topbaran kir.
Gundên hatin topbarankirin ev in;
Bênê, Îrşadiyê, Malîkiyê, Şewarxa û Keleha wê, Merenaz, Tat Maraş, Alqemiyê û Tinib in.
Zêdetirî 200 obîs û hawan li van deveran ketin..