Rojnews: Ji bo li dijî gerîla şer bikin, Tirkiyê 5 hezar çete derbasî Başûr kirin

Piştî Lîbya, Efxanistan û gelek welatên din, dewleta Tirk êdî çeteyên li Sûrî yên kirêgirtî ber bi Başûrê Kurdistanê ve jî dişîne.
Vê carê jî, wê van çeteyan li hember gerîlayên Azadiyê bide şerkirin.
Ajansa ragihand zêdetirî pênc hezar çeteyên biyanî ji Suriyê derbasî Başûrê Kurdistanê hatine kirin.

Piştî ku li gelek welatan ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn, niha jî dewleta Tirk ji Sûriyê çeteyan ber bi Başûrê Kurdistanê ve jî rê dike.

Armanc jî şerkirina li dijî gerîlayên Azadiyê û dagirkirina Başûrê Kurdisatanê ye.

Ev yek jî asta têkçûyîna wê ya di şerê li dijî gerîla de piştrast dike.

Ajansa Rojnews’ê li gorî çavkaniyên xwe yên taybet ev yek piştrast kir û ev agahî bi par ve kirin:

  • Dewleta Tirk zêdetirî 5 hezar çeteyên biyanî yên li Rojava û Suriyê di ser sinorên PDK’ê re veguhestine deverên sinorî yên Bakur û Başûrê Kurdistanê.
  • Armanc ew e, ev çete di şerê li dijî gerîla û dagirkirina Başûrê Kurdistanê de werin bikaranîn.
  • Ev çete berî niha li gel artêşa Tirk û DAIŞ’ê di nava komên El-Nusra, Îxwan Muslîmîn, Tehrîr Şam, Ehrar Şam û koma bi navê Artêşa Azad de cih girtibûn.
  • Çete niha li baregehên hêza Zêrevanî hatine bicihkirin.
  • Dema pêş, wê cilên pêşmergeyan li van çeteyan were kirin û ji bo herêmên şer werin şandin.

Ne cara yekem e, ji aliyê dewleta Tirk ve çeteyên li Sûriyê ji deverên din re tên veguhestin.

Berî niha gelek caran ev çete ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û ji bo berjewendiyên wê hatine bikaranîn.

Vê carê jî bi hevkariya PDK’ê dixwaze van çeteyan li dijî gerîla bide şerkirin û axa Başûr were dagirkirin.

Back to top button