Rûspiyên Dêrazorê: Êrişên dewleta Tirk wê tenê bi hevgirtinê têk biçin

Rûspiyên eşîrên gundewarê rojhilatî Dêrazorê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê piştrast kirin ku yekane rêbazê têkbirina êrişan hevgirtina pêkhateyan e.

Rûspiyê eşîra El-Merasme ya bajarokê Baxozê Zîb El-Dawûd da zanîn ku ev êriş ne tenê li ser gelê Kurd, li ser hemû pêkhateyan e.

El-Dawûd anî ziman gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê destekê bide QSD`ê û amade ne çekan rakin û xaka xwe biparêze.

Rûspiyê eşîra Igêdat li Baxozê û endamê Meclisa Kombûna Eşîrên El-Bûkemal Hewas El-Casim jî dibêje:

Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser ve, dewleta Tirk êrişî herêmê dike.

Dixwaze projeyê wê derbe bike, ji ber ku weke gefê li ser planên xwe yên mêtîngeriyê dibîne.

El-Casim bang li civata navneteweyî kir ku li gorî rêgez û pîvanên navneteweyî tev bigerin û dawî li projeya wê ya mîtînger a li Sûriyê bînin.

Back to top button