Gelê Şengalê li dijî sixûrtî û êrişan daketin qadan

Li navenda Şengalê li dijî sixûrtî û êrişan bi sedan kes daketin qadan û meşek girseyî li darxistin.

Meş li ber avahiya Meclîsa Gel ya Şengalê destpêkir û heya çerxereya Heyirmûk berdewam kir.

Piştre ji aliyê yek ji serokeşîrên Feqîran Naîf Şemo ve daxuyaniyek hate dayîn.

Şemo di serî de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em van êrişên nemerdane ku li dijî fermandar û pêşengên me hatîn kirin şermezar dikin û hikûmeta İraqê jî gunehbar dikin.

Dijmin ji ber ku em Êzidî ne me dikuje.

Bila dijmin baş bizane em xwedî îrade û xwedî dîrokin.”

Şemo di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser şebekeya sixûran ku di pêşengtiya dewleta Tirk û PDK de tê meşandin û got:

“Em bang li hemû malbatên Êzidiyan dikin ku bi hev re bin.

Em divê mil bidin milê hev, îxanetê ji nav xwe derxin da ku em bikarin Şengalekî azad, xweser û xwedî statû ava bikin.”

Back to top button