Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku sedama girtina baregehên Tevgera Azadî eşkere bike.
Endamê şandeya Tevgera Azadî û endamê Desteya Rêberiya Tevgerê Hisên Kerkûkî der barê mijarê de ji Ajensa Rojnewsê re axivî.
Hisên Kerkûkî diyar kir ku encumena Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê bi nivîsekî fermî daxwaz ji hikûmeta başûrê Kurdistanê kiriye ku sedama girtina baregehên Tevgera Azadî eşkere bike.
Encumena Komîsyonê û Nivîsgeha Partiyên Siyasî ya Iraqê jî dabû zanîn ku biryara hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya girtina navendên Tevgera Azadî neqanûniye û nayê pejirandin.
27’ê Mijdar 2018’an Hikûmeta Herêma başûrê Kudistanê bi îdiaya ku fermiyeta tevgerê li herêmê tuneye navendên tevgerê girtin.