Rêxistinên Civaka Sivîl û Partiya Sûriyeya Pêşerojê, bikaranîna avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve wek çekekê li dijî gelên Sûriye û Iraqê şeremzar kir.
Gelek rêxistin û partiyên siyasî li pêşiya Bendava Firatê ya li Tebqayê û Pira Nû ya Reqayê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, dewleta Tirk hevpeymanên navneteweyî binpê dike.
Li gorî hemû hevpeymanên navneteweyî, çemê Firatê çemekî navneteweyî ye û para gelê Sûriyeyê jî tê de heye û divê bi awayekî adil bê parvekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîma Tirkiyê ti biryarên navneteweyî di ber çavan re nagire û got: “Dewleta Tirk mijara avê wekî çekekê bi kar tîne û bi wê dixwaze tevlîhevî, xizanî û birçîbûnê belav bike.”
Her wiha bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê, rêxistinên mafên mirovan û dewletên herêmî hat kirin ku destwerdanê bikin û Tirkiyeyê neçarî pêkanîna hevpeymanên navneteweyî bikin.”