Vîrûsa Vorona..Maseya krîzê li Almanya, karê xwe mezintir dike

Maseya krîzê li paytexta Almanya Berlînê, ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê, karê xwe zêde dike û li gorî Koordînasyona Maseya Krîzê diyar kiriye, alîkariya tendurstî û xizmeta şêwirmendiyê dane gelek mirovan. 

Maseyê, dest bi dirûtina devpoşkan kiriye û bêpere li xelkê belav dike.

Maseyê her wiha, 58 nexweşên vîrûsê li Halle û Magdebûrgê xistine jêr çavdêriya tendurstî.

Maseya Krîzê, li gel hin rêxistinê hevpar jî, pêwistiya temenmezinan dibin malê wan.

Maseya Krîzê ya Berlînê diyar kir ku “ew amade ne, piştgiriya her kesên hewcedar bikin”.

Ev mase, 14’ê Adarê hate avakirin û hejmara xebatkaran, 100 kes derbas kiriye.

Back to top button