
Li Tirkiyê, vîrûsa Coronayê rojane zêdetir belav dibe. Li gel vê xeteriyê jî, dewleta Tirk a dagirker girtiyên siyasî bernade. Li ser vê mijarê, Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku “ev tiştê dewleta Tirk dike, mîna cezayê bidarvekirinê ye”.
Li gel belavbûna bilez a Corona li Tirkiyê, jiyana derdora 250 hezar girtî di metirsiyê de ye.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî, ji bo diz û sûcdarên xwe serbest berde, qanûnek bi navê înfazê daye destpêkirin, lê belê girtiyên siyasî nagire nava xwe.
Di vê der barê de, Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma, diyar kir ku, “ev gav têrê nake, ji ber ku girtiyên ray ne di nav de ne.
Evîn Cuma: Divê dewleta Tirk hemû girtiyan berde
Evîn Cuma da zanîn ku, “dewleta Tirk ji aliyê parastina mafên mirovan û azadiya giştî, gelekî bi paş de çûye.
Bi zêdebûna hejmara girtiyan re jî, ku 300 hezar girtî derbas kiriye û bi belavbûna nexweşiyê re, divê dewleta Tirk wan serbest berde”.
Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma, di dawiyê de, bang li desthilatên Tirkiyê kir ku tenduristiya her girtiyekî biparêzin û deriyên girtîgeh û navnedên binçavkirinê li pêşiya çavdêrên navneteweyî vekin.