DYA bi navê “Tevdîrên Parastinê” hêzekê nû dişîne Efxanistanê

Di demeke ku agahiyên vekişîna hêzên NATO û DYA ji Efxanistinê tê weşandin de, Pentagonê agahiyek nû avêt naverastê. Pentagonê ragihand ku di demeke hêzên wan ji herêmê vedikişin de, bi navê ” Tevdîrên Parastinê” hêzekê nû dişîne Efxanistanê.

Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) tevdîrên xwe yên li Efxanistanê zêde kiriye.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di daxuyaniya çapemeniya rojane dee ragihand ku wan jimara balefirên bombebaranê B-52 jî zêde kirine û kirine 6.

Beriya niha 4 balefir li herêmê hatibûn bicihkirin.

John Kirby îşaret bi ewlekariya hêzên wan yê li herêmê kir û got:

Em di çarçoveya parastinê de plana şandina hêzekê nû dike.

Ji bo vekişîn di nava ewlehiyê de pêk were em tevdîrên xwe digrin.

Kirby di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku Fermandariya Hêzên Efxanistanê di wê hêzê de ne ku bikarin biparêzin.

Back to top button